1. kozmolog, astronom, fîzîkzan, nivîskar û teorîsyeneke îngîlîz e, sala 1942an li oksfordê hatiye dinyayê, li ser mekanîka kuantumê, big bangê û şêweyê çêbûna gerdûnê tez û teoriyên wî yên fantastîk hene.. destpêka salên 1960an hêj 21 salî bi nexweşiya alsê ( Amyotrofik lateral skleroz) ketiye, evê nexweşiyê hemû sîstema demarî (nervous system, sinir sistemi) ya wî têk biriye, ji ber vê nexweşiyê nikare pêdiviyên xwe yên fîzîkî pêk bîne, lê aqilê wî zirar ji vê nexweşiyê nedîtiye ji ber nexweşiyê li ser kursiyê astengdaran dijî, sala 1985an dengê wî jî çûye, ji bo pêdiviya xwe ya axaftinê û têkilîdanînê jê re sîstemeka kompîtirê çêkirine û bi kursiyê wî ve kirine, di bîra vê kombersê de 2600 peyv hene, stephen hawking dema hest bi tiştekî dike, an dixwaze biaxive pêl haleta elektronîk ku parçeyek ji wê sîstema kombersê ye, dike, di deqeyekî de dikare deh peyvan binivîse, ew sîstema kombersê jî wan peyvan vediguhêze dengan.. |
|
28.04.2015 21:44 |
endazer
|
2. Zanyarè kû derheqé jiyana wî de filîmé the theory of everything hatiye çékirin e. |
|
28.04.2015 21:58 ~21:59 |
cemedî
|
3. Di gelek episodên Simpsonsê de cih girtiye, lewre gelek kes his dikin ku ew karakterekî Simpsonsê ye * Dema dikevim depresyonê şîretên vî camêrî tînime bîra xwe,welhasil in Prof.Hawking we trust. Mîzaha wî jî xweş e haa, li hevpeyvîna wî ya gel John Oliver binerin. |
|
16.08.2016 12:47 |
elielilamalama
|
4. di axaftineke xwe de gotiye "eger em rastî fezayiyan werin, divê em bi lez bersiv nedin. eger fezayî ji me aqiltir bin û şaristaniya wan ji ya me bilindtir be, wê demê emê bikevin halê çermsoran yanê amerîkiyên resen". weke ku em hemû dizanin dema ku ameîkiyên resen rastî kristof kolomb hatin, rewşa wan pir xirab bû. |
|
24.09.2016 16:40 |
nazim tolhildan
|
5. di fikra xwe ya "em zû bersiv nedin sînyala fezayiyan" de mafdar e. |
|
24.09.2016 22:10 |
simurg56
|
6. wekî biaqila malê bi aqil nedibû.. lê belê gelek aqilî bû..niha di derbarê fezayiyande gotiye ji mêjiyên minre bibêjin lîlahîl fatiha * |
|
24.09.2016 22:17 |
shorbevan
|
7. Dibe ku meseleya fezayiyande mafdar be lê dibe mirov fezayiyan peyda bikin û ji wan bi pêştir bin, hêvidarim em ya çermsoran li serê wan jî neynin. |
|
25.09.2016 18:11 |
azadixwaz
|
8. heke nivîsê ku min xwend, rast be, vê kalemêr vê car jî gotiye ku heke fezayî hebin jî texmîn nakim ku ji merivan pêştir bin. were guh li gotinên wî bikin! lê gotinên wî yên ku qala sihetiya dinyayê dikin, rast e bi ya min jî: divêt bi 'ecele meriv ji xwe re gerstêrkekî din bibîne. |
|
06.02.2018 19:16 |
biruya hayao miyazaki
|
9. lêkolînerê jîr û jêhatî, di 76 salîya xwe de ji vê dinyê bar kir. |
|
15.03.2018 10:24 ~11:40 |
xendekî
|
10. 14'ê Adarê mirî ye. 14 Adarê roja çêbûna Einstein e jî. |
|
15.03.2018 12:32 |
serpale
|
11. dermanê nexweşiya wî îcad bibûya bes bû lê emrê wî qîm nekir. ji destê felekê qehb filitî (1942-2018). |
|
15.03.2018 13:40 ~2019.06.17 23:58 |
mirovekirind
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |